|
Maroko, Merakiş, Mexrib an jî bi navê xwe yê fermî Keyatiya Mexribê (bi erebî: المملكة المغربية al-Mamlaka al-Maghribiyya) welatekî bakurê Afrîkayê ye. Perava wê li ser Okyanûsa Atlantîk e û bi rêya Dertenga Cebel Tariq digehit Deryaya Spî. Hevsiyên Marokoyê ev in: li rojhilatê Alcerya, li bakur (bi rêya Dertenga Cebel Tariq) Spanya û li başûr Sehraya Rojava (navçeya xetxetî li ser nexşeyê) û Morîtanya.
Ji tevaya welatên Afrîkayê tenê Maroko endama Yekîtiya Afrîkayê nîne. Ew ne endama Rêkxistiya Konferansa Îslamî ye jî.
Paytextê welatî bajarê Rabat e.
Rûniştvanên Marokoyê ereb û amazigh in, lê li welatê Marokoyê bi tenê zimanê erebî fermî ye.
Diravê wê Derhemê Mexribî ye.
Nav
Navê welatî bi zimanê erebî el Memleket el-Mexribiye bi ramana Keyatiya Rojavayê dihêt. Di gelek zimanan da, mîna zimanên Ewrûpayî, dibêjin vî welatî Maroko. Ev nav ji navê bajarê Merakiş, paytextê kevin yê welatî, hatiye.
Dîrok
Mexriba berberan
Ji çaxê Nûkevirî were mirov li Mexribê dijîn. Berber an wekî çelengên siyasî yên wan dibêjin amazigh ji kevin da li vî welatî jiyane.
Mexriba romanan û piştî wan
Bi bazirganiya Finîkiyan, Mexrib hêdîhêdî bû parçeyek ji herêma Deryaya Spî ya mezin.
Questions for article: arapske zemlje marokko, himna del marroc, jednostka monetarna moroko, kazablanka maroco, kazablanka maroco, kazablanka maroko, kazablanka marroco, kazablanka moroko, kazablanka-maroco, magrip marraco, marocco kazablanka .com
|